Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li Dêra Zorê êrîşeke komên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Şamê têk bir.
Navenda Çapemeniyê ya HSDê daxuyaniyek weşand:
"Ji bo qelskirina ewlehiyê û afirandina hawîrdorek pevçûnê, komên çekdar ên girêdayî rejîma Şamê di heman demê de bi çekên giran ên celebê BKC û dronekê êrîşî cihekî girêdayî Meclîsa Leşkerî ya Kasra li bajarokê Cenîne li rojavayê Dêra Zorê kirin."
Di daxuyaniyê de li ser êrîşê hûrgulî hat dayîn: "Hêzên me bi awayekî hevrêz bersiv dan êrîşê û gelek êrîşkar birîndar bûn. Di encama êrîşê de pênc şervanên me jî birîndar bûn."
HSDê di daxuyaniya xwe de tekez kir ku êrîşên bi vî rengî wê wan ji bicihanîna erkên xwe dûr nexin.
Daxuyanî bi gotina "Rejîma Şamê rasterast berpirsiyarê kiryarên van koman e. Em bang li rejîmê dikin ku van koman kontrol bike û êrîşan rawestîne."
Siyaset Haberleri
CENTCOM: Ji bilî şerê dijî Îranê tu vebijarkek nîne
Netanyahû plana Trump red kir: Kushner diçe Xeze û Misrê
Lavrov gef li Yekîtiya Ewropayê xwar: Hedefan em ê diyar bikin
Hêzên Îranê li kolberê Kurd bi guleyên rasterast kuşt
Rêyên alternatîf ên Tengava Hurmizê: Îraq berê xwe diguherîne