HSDÊ 400 DAIŞÎYÊN KU DIKIRIN BIREVIN ZEFT KIR

400 çeteyên DAIŞî ku dikirin ji Baxozê birevin, ji alîyê Hêzên Sûrîya Demokratîk ve hatin zeftkirin.

Çavkanîyên HSDê ji BBCê re ragihandîye ku, 400 DAIŞîyên ku li Baxozê dorpêçbûyî ne, derengê şevê, dikirin bi alîkarîya qaçaxvanan, ji Baxozê birevin, ji alîyê Hêzên Sûrîya Demokratîk ve hatine girtin.

Weku tê zanîn, heftîya borî, operasyona Baxozê, ji bo veguhastina sivîl û endamên rêxistina DAIŞê hatibû rawestandin û bi hezaran sivîl ji herêmê hatibûn derxistin û bi sedan çeteyên DAIŞê jî hatibûn veguhastin. 

Tê çaverêkirin ku piştî paqijkirina herêmê, serkeftin were ragihandin lê rayedarên Amerîkî û pispor hişyariyan didin ku bi vê yekê DAIŞ naye tunekirin û divê têkoşîna li dijî DAIŞê berdewam be.

Li alîyekî din, ji vegotinên DAIŞîyên desteserkirî bi zelal3i derdikeve holê ku DAIŞîyên ji Tirkîyê tevlî refên 'Xîlafet'ê bûne, ji alîyê komeleyên Îslamî yên li Tirkîyê ve bo beşdaqrîyê hatine handan û bi rehetî sînor derbas kirine û ketine Sûrîyê. Yek ji wan DAIŞîyan dibêje ew û bavê xwe û digel 5 hevalên xwe, ji Cemaeta Kamîl Nûhoglu hatine û bi rehetî ketine Babê.

Kurdîstan Haberleri

Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?