HSD: Li Eyn Îsa 7 çekdar hatin kuştin

.

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) êrîşeke grûpên çekdar li derdora Eyn Îsa têk bir û di encamê de 7 çekdarên ser bi Tirkiyê hatin kuştin.

Medyaya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihandiye ku çekdarên ser bi Tirkiyê ve êrîşên xwe li dijî hêzên HSDê tund kirine.

Li gor daxuyaniyê, grûpên çekdar êrîşeke tund birine ser gundê Mişêrfe yê li rojhilatê bajarokê Eyn Îsayê, lê şervanên wan bersiva wan êrîşan dane û karîne wê êrîşê têk bibin û di encamê de 7 çekdar hatine kuştin û 3 çekdar jî birîndar bûne.

Li gor HSDê ev bêtirî hefteyekê ye êrîşên bi ser Eyn Îsayê de berdewam in û HSD ji aliyê xwe ve bersiva wan êrîşan dide û nahêle pêşketin bi dest bixin.

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?