HSD: Komên girêdayî Şamê êriş kir, 5 şervanên me birîndar bûn

.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku komên çekdar ên ser bi hikumeta Şamê ve li gundewarê Dêrezorê êrişî xaleke leşkerî kiriye.

Di daxuyaniya HSDyê de hat diyarkirin ku ev êriş “hewldaneke bêhêvî ye ji bo belavkirina aloziyê û têkdana ewlehiya herêmê” û hevdem e bi zêdebûna êrişên DAIŞê re.

Li gorî daxuyaniyê, komên çekdar li bajarokê Cenînê yê li gundewarê rojavayê Dêrezorê bi çekên BKCê û balafireke bêmirov êrişî xaleke leşkerî ya Meclisa Leşkerî ya Kesrayê kirine.

HSDê da zanîn ku şervanên wan “bi wêrekî bersiva êrişê dane û bi awayekî tund bersiv dane çavkaniyên gulebaranê.”

Di encama bersivdanê de di nava êrişkaran de windayî çêbûne û 5 şervanên HSDyê jî bi awayên cuda birîndar bûne.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk tekezî li ser wê yekê kir ku ew dê li ser erka xwe berdewam bin û anî ziman:

“Em wekî Hêzên Sûriyeya Demokratîk tekez dikin ku ev êrişên xedar dê me ji pêkanîna erkên me newestînin.

Em hikumeta Şamê rasterast ji kiryarên van koman berpirsyar dibînin û em bang li wê dikin ku demildest pêşî li endamên xwe bigire û êrişên wan rawestîne.”

Siyaset Haberleri

Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist
Hestiyên 153 qurbaniyên Enfalê vedigerînin Herêma Kurdistanê
Termên 25 qurbaniyên Êzidiyan bo Şingalê tên vegerandin