HSD: Em ji bo rawestandina êrîşên Tirkiyê bi Rûsyayê re di pêwendiyê de ne

.

Berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Kîno Gebriel li ser îhtimala êrîş û operasyonên Tirkiyê bi ser herêmên wan de ragihand ku ew ji bo rawestandina binpêkirinên Tirkiyê rasterast bi Rûsyayê re di nav pêwendiyê de ne.

Berdevkê HSDê Kîno Gabrîel diyar kir: “Bi awayekî sereke HSD pabendî parastina deverê û xelkê wê ye. Derbarê êrîşa Tirkiyê de, ji bo rawestandina operasyon û binpêkariyên artêşa Tirkiyê em bi awayekî rasterast peywendiyê bi hêzên Rûsyayê re dikin.”

Hêjayî gotinê ye, doh 24ê Mijdarê li Rimêlanê, bi beşdariya Kîno Gabrîel, Cîgirê Fermandarê Operasyonên Taybet li Sûriyê û Iraqê Kevin Capthy û Berdevkê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê Wayne Marotto civîneke rojnamevanî li dar xistibûn.

Di civînê de Capthy pesnê hêzên HSD û Pêşmerge dabû û gotibû, dê hevkariya wan a têkoşîna dijî DAIŞê berdewam bike.

Berdevkê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê Wayne Marotto gotibû: “Niha 10 hezar çekdarên DAIŞê hene, di destpêkê de 45 hezar bûn, ew nema karin dest deyînin li ser devrê ji ber ku me hêza wan jinavbiriye, lê metirsiya wan heye ji ber ku kuştin û tawanan dikin, xelkê direvînin. Li Iraqê jî di çiya û şikeftan de dimînin, em ketine pey wan.”

 

Kurdîstan Haberleri

Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk: Em Amedsporê Pîroz Dikin
Milano’da Doğan 17 Yaşındaki Kürt Tasarımcıdan Uluslararası Mesaj: Melissa Nur Dikkat Çekiyor
Firat Cewerî pirtûka xwe ya nû li Stenbolê îmze kir
Rola mamosteyan di civakê de û bi taybetî civaka Îran û Rojhilatê Kurdistanê
Fîlma Kurdî-Japonî ‘Hemû Diaxivin’ li Festîvala Tokyoyê hat nîşandan