HSD: Çekdarên DAIŞê ji çeperên artêşa Sûriyeyê êriş dikin

.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku wan li gundewarê Reqayê 2 dronên DAIŞê xistine xwarê û daneyên ji dronekê derketine nîşan didin ku çekdarên biyanî yên DAIŞê ew dron ji çeperên artêşa Sûriyeyê bi kar anîne.

Navenda Ragihandinê ya HSDyê daxuyaniyek belav kir û tê de got:

“Hêzên me îro piştî nîvro du dron xistin xwarê. Dron ji çeperên komên hikûmeta Şamê yên li gundê Xanim el-Eliyê yê li gundewarê rojhilatê Reqayê rabûbûn.”

Li gorî daxuyaniyê, droneke ji cureya Matrice M30 û ya din jî droneke êrişê ya FPV bû.

"Çekdarên biyanî yên DAIŞê bûn"

HSDyê da zanîn ku piştî destdanîna ser bermayiyên her du dronan, tîmên teknîk daneyên ji karta bîrdankê ya drona Matrice M30 derxistine û analîz kirine û got:

“Di lêkolînê de bi zelalî eşkere bû ku ekîba ku dronê dixebitîne û çavdêriyê dike, çekdarên biyanî yên girêdayî rêxistina terorîst a DAIŞê ne.

Ev çekdar li çeperên hikûmeta Şamê yên li hemberî xetên parastinê yên HSDyê bi cih bûne.”

HSD diyar dike ku ev dane “bi awayekî eşkere nîşan didin ku hinek komên hikûmeta Şamê bi çekdarên biyanî yên girêdayî DAIŞê re hevkariyê dikin” û rê didin wan ku çeperên wan ji bo êrişên bi dronan bi kar bînin.

HSDyê diyar kir ku ew dê wêne û belgeyan ji raya giştî re parve bikin û bangî hevkarên xwe yên di Hevpeymaniya Navneteweyî (Koalîsyon) de kir ku li ser mijarê "lêpirsîneke cidî" vekin û wan aliyên ku piştgiriya teknîk û lojîstîkî didin DAIŞê bişopînin.

Li hêla din, medyaya fermî ya Sûriyeyê îro ragihand ku li rojhilatê Reqayê di navbera HSD û hêzên Şamê de pevçûnên dijwar derketine.

Siyaset Haberleri

Ebas Eraqçî: Em rê nadin ku Amerîka Tengava Hurmizê xirab bi kar bîne
Trump: An em dê bi Îranê re li hev bikin an jî em dê wan parçe parçe bikin
Li Efrînê ji bo parastina şûnwarên dîrokî kampanyaya paqijiyê hat destpêkirin
Îran: Me li baregehên Amerîkayê yên li Hewlêr û Urdinê li xist
Deriyekî sînorî yê di navbera Iraq û Îranê de hat bombekirin