Hoşyar Zêbarî: Hevpeymaniya Navneteweyî di civîna Riyadê de rola Pêşmerge û HSDê piştguh xist

.

 Endamekê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdstanê bi tundî rexne li daxuyaniya dawiyê ya civîna vê dawiyê ya Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê kir, ku li Riyadê hat lidarxistin.

Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdstanê (PDK) Hoşyar Zêbarî îro (Sêşem, 10ê Sibata 2026ê) li ser tora civakî ya Xê peyamek li ser daxuyaniya dawiyê ya civîna vê dawiyê ya Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê belav kir.

Hoşyar Zêbarî di peyama xwe de nivîsiye: Daxuyaniya civîna Riyadê, ku bi tevlîbûna Sûriyeyê hat lidarxistin, bi tevahî piştguh xist ku behsa rola sereke ya ku Hêzên Pêşmergeyan li Iraqê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li Sûriyeyê di şerê li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê de lîstiye bike.

Navbirî amaje jî daye: Ew hêz bi piştgiriya rasterast a Hevpeymaniya Navneteweyî ne, ji bo şkandina DAIŞê qurbaniyên mezin dane, lê di daxuyaniya wê civînê de bi tu rengan behsa wan nehatiye kirin.

Endamê Mekteba Siyasî ya PDKê nîgeraniya xwe li ser wê yekê jî anî ziman ku, her çend Wezareta Derve ya Iraqê bi rêya wekîlekê wê wezaretê di wê civînê de amade bû jî, lê ew daxuyanî bêyî behskirina rola Pêşmerge û Kurdan derkeftiye.

Siyaset Haberleri

Arşîva Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê hat dizîn: Dest bi lêpirsînê hat kirin
Belgenameyekî nepenî ya CIA’yê li ser rewşa kurdan di sala 1959’an de
Telika sala 1930 ya Tirkiyeya Kemalist: Soza xweseriyê ji bo jinavbirina tevgera kurd
Putin daxwaza hevdîtinê ya Zelensky red kir: ‘Şer hilbijart’
Serok Barzanî, Balyozê Tirkiyeyê qebûl kir