Hikûmeta Kurdistanê rapora 'belgekirin û jenosîd nasandina tawanên DAIŞê' pesend kir

.

 

Bi seroktiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, îro 28ê Cotmehê Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê civiya.

Piştî civînê hat ragihandin ku di destpêka civînê de Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed raportek li ser jenosîd nasandina tawanên rêxistina terorîst a DAIŞê û hewldanên tîma lêkolînê ya navdewletî ji bo lêkolînên tawanên DAIŞê pêşkêş kir. Piştî gotûbêjan, Encûmena Wezîran çend pêşniyar û biryarên li ser vê mijarê pesend kirin.

Di beşa duyem a civînê de, Wezîrê Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan Ebdullah Hacî Mehmûd reşnivîsa projeya li ser du peyrewan pêşkêş kir, ku ji "peyrewa îmtiyazên zindanîkirî û girtiyên siyasî yên li Herêma Kurdistanê" û "peyrewa diyarkirina maf û îmtiyazên mîratgirên şehîd û enfalkiriyan" pêk dihat.

Encûmena Wezîran tekezî li dabînkirina maf û îmtiyazên malbatên serbilind ên şehîd û enfalkiriyan kir û pesnê xebata şehîdên serbilind da, ku canê xwe ji bo gel û niştiman feda kirine.

Wezareta Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan hat raspartin ku proseya çaksaziyê di lîsteya navên wan kesan de bidomîne ku bi neheqî ji wan maf û îmtiyazan sûdê werdigrin û herwiha tekezî li parastina maf û îmtiyazên kesên heqê wan ê wergirtina wan maf û îmtiyazan heye, hat kirin.

Encûmena Wezîran piştî gotûbêjan, her du peyrew pesend kirin bi raçavkirina wan têbîniyên di civînê de hatine pêşkêşkirin, bi arasteya baştirkirina jiyan û debara malbatên şehîd û zindanî û girtiyên siyasî û parastina mafên wan.

 

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê