Hikûmeta Kurdistanê meaşên ne qanûnî yên 10 hezar û 609 kesan birî

.

Wezareta Darayî û Aborî ya Kurdistanê ragihand ku mûçeyên zêdetirî 10 hezar kesên ku bi awayekî ne qanûnî mûçe werdigirtin hatiye birîn.

Wezareta Darayî û Aborî ya Kurdistanê, îro 4ê Çile bi daxuyaniyekê ragihand, di çarçoveya bicihanîna yasaya çaksaziyê de, mûçeyên 10 hezar û 609 kesên ku bi awayekî ne qanûnî mûçe ji hikûmetê werdigirtin û navê wan ji carekê zêdetir li nav sîstema mûçe hatibû tomarkirin, hat birîn.

Wezaretê herwiha di daxuyaniyê de bibîr xist, kesên ku mûçeya wan a duyem hatiye birîn û difikirin ku mexdûr bûne jî dikarin serî li dezgehên pêwendîdar bidin.


 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?