Hikûmeta Kurdistanê darên fêkî bi nirxek erzan dide cotkaran

Rêveberîya giştî ya baxdarî û daristanê ya Kurdistanê ragihand, hikûmet dê bi nirxek erzan darên fêkî bide cotkaran.

Navenda Nûçeyan- Berpirsê rêveberîya giştî ya baxdarî û daristanan, Husên Heme Kerîm ji malpera fermî ya PDKê re gotîye, hikûmeta Kurdistanê di çarçoveya pilana kabîneya nû de û bo geşkirin û pêşxistina sektora çandinîyê, darên fêkî (darên tirî, xox, qeysî, hinar û hejîr û pirteqal) dide cotkaran.

Husên Heme Kerîm daye zanîn, hikûmet dê wan daran bi nirxek erzan bide cotkaran da ku li ser wan nebe bargiranî.

Berpirsê rêveberîya baxdarî û daristanan daye xuyakirin ku qesta hikûmetê ji wê yekê ew e ku sektora çandinîyê geş bie û berhemên fêkî û çandinîyê yên Kurdistanê têra bazara Kurdistanê bikin.

Bi gotina wî berpirsî, hikûmetê ew pilan ji Duhokê ve dest pê kirîye û nêzîkî 150 hezar darên fêkî li wir hatine çandin.

 Basnews

 

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?