Hikûmeta Kurdistanê bûrsa xwendinê da sekinandin

Hikûmeta Kurdistanê “bo pêşxistina asta xwendinê” bûrsa xwendinê bo xwendekarên master û doktorayê li derveyî Kurdistanê da sekinandin.

Navenda Nûçeyan - Li gorî agahîyên BasNewsê, Wezareta Xwendina Bilind ya Kurdistanê biryar daye bûrsa xwendina bo xwendekarên ku qonaxên master û doktorayê û qonaxên din li derveyî Kurdistanê dixwînin, da sekinandin.

Wezareta Xwendina Bilind daye zanîn, li hember de 5 hezar kursîyên master û doktora û qonaxên din li zankoyên Kurdistanê hatine vekirin.

Li gorî ku wê wezareta hikûmetê ragihandîye, ew biryar bo pêşxistina asta xwendina bilind hatîye dayîn, her wiha pêşîya hederçûna bûdceyek mezin jî tê girtin.

Salane gelek xwendekar bi bûdceya hikûmetê qonaxên bilind yên xwendina xwe li derveyî Kurdistanê dixwînin.

 

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?