Hikûmeta Iraqê: Gotûbêja derbarê beşa bûdçeya Herêma Kurdistanê berdewam dike

.

Êwara Îro roja duşemê 28.12.2020an Berdevkê Hikûmeta Federal a Iraqê Hesen Nazim aşkere kir gotûbêja derbarê beşa bûdçeya Herêma Kurdistanê berdewam dike.

Berdevkê Hikûmeta Federal a Iraqê Hesen Nazim di hevpeycvînekê de aşkere kir wê sibehê yasaya bûdçeya sala 2021ê ya Iraqê were serokatiya parlementoya Iraqê û hemû fraksiyonên Iraqê ji hûrgiliyên yasaya bûdçeya Iraqê haydar in.

Herwiha Hesen Nazim amaje bi wê yekê jî kir ku Herêma Kurdistanê pabendiya xwe derbarê yasaya qerz a parlementoya Iraqê de ragihandiye û gotûbêjên derbarê beşa bûdçeya Herêma Kurdistanê jî berdewam dike.

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?