Hikumeta Herêma Kurdistanê derbarê Mazlûm Dag daxuyaniyek belav kir

Hikumeta Herêma Kurdistanê derbarê girtina êrîşkarê sereke yê xwaringeha li Hewlêrê Mazlûm Dag daxuyaniyek belav kir.

Hikumeta Herêma Kurdistanê derbarê girtina êrîşkarê sereke yê xwaringeha li Hewlêrê Mazlûm Dag daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê da hikûmetê spasiya hêzên asayîşê, dije terorê û welatiyên Kurdistanê kir-
Berdevkê Hikumeta Herêma Kurdistanê di daxuyanîyekê de ragihand, piştî helmetek berfereh a Hêzên Asayîşa Herêma Kurdistanê, serpereştyar û kujerê sereke yê kiryara teqekirinê li rêsturanteke bajarê Hewlêrê (Mezlum Dag), ji aliyê Hêzên Dije Terora Kurdistanê hate girtin.


Herweha di daxûyaniyê de wiha hatiye gotin: “Em spasiya Hêzên Asayîş û Dije Terora Kurdistanê dikin, ku di demek e gelek bilez de karîn tawanbar bigrin. Spasiya welatiyên herêma Kurdistanê dikin bo alîkariya wan. Di dawîyê de, Hikumeta herêma Kurdistanê tekez dike, ku hewl bo girtina hemû tawanbarên pêwendîdar bi vê bûyerê berdewam dike. “


Beriya bi demekê Dije Terora  Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê da aşkere kir tohmetbarê êrîşa Hewlêrê ji aliyê wan va hatiye desteserkirin. 
Hefteya borî roja çarşemê 17ê Tîrmehê, li xwaringeha bi navê HuQQabaz a Hewlêrê êrîşek pêkhatibû û di encamê de dîplomatekî Konsulxaneya Tirkiyê ya li Hewlêrê û du welatiyên Herêma Kurdistanê hatibûn kuştin.


 

Kurdîstan Haberleri

Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk: Em Amedsporê Pîroz Dikin
Milano’da Doğan 17 Yaşındaki Kürt Tasarımcıdan Uluslararası Mesaj: Melissa Nur Dikkat Çekiyor
Firat Cewerî pirtûka xwe ya nû li Stenbolê îmze kir
Rola mamosteyan di civakê de û bi taybetî civaka Îran û Rojhilatê Kurdistanê
Fîlma Kurdî-Japonî ‘Hemû Diaxivin’ li Festîvala Tokyoyê hat nîşandan