Hikumeta Herêma Kurdistanê daxûyanîyek belav !

Berdvekê Hikumeta Herêma Kurdistanê, di derbarê bûyera Uzungolê de, ku hejmareke geştiyarên kurd rastî êrîşeke nijadperestî hatibûn,daxuyanîyek belav kir.

Berdvekê Hikumeta Herêma  Kurdistanê, di derbarê  bûyera Uzungolê de, ku hejmareke geştiyarên kurd rastî  êrîşeke nijadperestî hatibûn,daxuyanîyek belav kir.


Ew daxuyanî:
 
Ragehandinek ji alîyê gotebêjê hikumeta Herêma Kurdistanê ve li ser girtina geştiyarên Herêma Kurdistanê li Tirkiyê.


Di çend rojên burî de, çend welatîyekên Herêma Kurdistanê li bajarê Tirabzona Tirkiyê hevrûşî hêriş û destdirêjîyê bûne bi egera wê yekê ku vîyane li gel alaya Kurdistanê wêneyê bigirin, duv re jî hatîne girtin û dixwazin wan bidin dadgehê.


Aşkere ye, ala Kurdistanê, alayeke destûrîye di nav Îraqê de û berê jî li firokexane û holên pêşwazîyê li Tirkiyê hatîye danan bo pêşwazîkirinê li şandên Herêma Kurdistanê.


Lew serokê hikumeta Herêma Kurdistanê, ji bilî derbirîna  nîgeranîyê ji evê bûyerê, alîyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê raspart ku  li gel berpirsên Tirkiyê biaxivin, heya ku bi zûtirîn dem geştiyarên Herêma Kurdistanê bihên azadkirin.


Berdevkê  hikumeta Herêma Kurdistanê
 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?