Hêzên Tirkiyê 4 gund li navçeya Şêrawa û Şehbayê topbaran kirin

.

Hêzên Tirkiyê bi topxaneya giran 4 gund li herdu navçeyên Şêrawa ya Efrînê û Şehba li bakurê Helebê kirin armanc.

Li gor çavkaniyên xwecihî, hêzên artêşa Tirkiyê herdu gundên Merhenaz û Malkiyê li navçeya Şêrawa û herdu gundên Şêx Xelîl û Şêx Îsa li navçeya Şehbayê li bakurê bajarê Helebê topbaran kirine.

Çavkaniyên xwecihî diyar kirin, ku çekdarên grûpên girêdayî Tirkiyê jî beşdarî topbarankirina wan gundan bûne.

Di wan demên dawî de, Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê ku Tirkiye piştgiriya wan dike, êrîşên xwe bo ser navçeyên di jêr kontrola hêzên Kurdî de li Rojavayê Kurdistanê zêdetir kirine.

Artêşa Tirkiyê û komên çekdar ew zêdeyî du hefteyan e, ku bi dijwarî êrîşî derdora bajarokê Eyn Îsa dike, herwiha ew çend roj in ku gundewarê bajarokê Til Temir jî topbaran dike.

Ji aliyekî din ve, hejmarek çekdarên nenaskirî êrîşî xaleke pişkinînê ya grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê li nêzîk bajarê Izazê kirine, lê tu zanyarî derbarê encamên wê êrîşê de nehatine belavkirin.

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê