Heyeta PDK-Îranê Li Amedê Serdana PAKê Kir

Heyeteke PDK-Îrane ku ji Berpirse Başûrê Kurdistanê yê PDK-Îranê Mihemed Salih Qadirî û berpirsê Pewendîyên Derve yê PDK-Îranê Ferhad Mîrozade pêk hatî, roja 08.06.2019an li Amedê serdana PAKê kirin.

Heyeteke PDK-Îrane ku ji Berpirse Başûrê Kurdistanê yê PDK-Îranê Mihemed Salih Qadirî û berpirsê Pewendîyên Derve yê PDK-Îranê Ferhad Mîrozade pêk hatî, roja 08.06.2019an li Amedê serdana PAKê kirin.

Cîhgirên Serokê Giştî yên PAKê Sait Aydoğmuş û Kasim Ergün, Endamên Komîteya Birevebir a Navendî ya PAKê Hanifi Turan, Mustafa Kalhan, Vahit Aba, li Teşkîlata Amedê ya PAKê pêşewazîya heyeta PDK-Îranê kirin.

Di hevdîtina heyetên PDK-Îranê û PAKê de, di derbarê rewşa her çar perçeyên Kurdistanê, xebatên PDK-Îranê, xebatên PAKê û doza daxistinê ya di derbarê PAKê de her du alîyan agahdarî dan hev, bîr û rayên xwe anîn ziman.

Hevdîtina heyeta PDK-Îran û heyeta PAKê di atmosfereke germ û dostane de derbas bû.


 

Kurdîstan Haberleri

Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?