Heyeta PAKê li Hewlêrê ji bo sersaxîyê seredana ENKSyê kir

Heyeta PAKê ji bo şîna Abdulah TERO yê endamê Nivîsîngeha Cîbicîkirinê ya Tevgera Çaksazî ya Kurd li Sûrî, seredana ofîsa ENKSyê ya li Hewlêrê kir.

Heyeta PAKê ya ku ji Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Kasim Ergun, endamên Komîteya Birêvebir a Navendî ya PAKê Abdurahman Gundikî û Orhan Kaya, endamê Komîteya Başûrê Kurdistanê ya PAKê Temo Ayas pêk hatibû êvara  26.07.2019an li Hewlêrê ji bo sersaxîyê seredana ENKSyê kir.

Heyeta PAKê ji bo şîna Abdulah TERO yê endamê  Nivîsîngeha Cîbicîkirinê ya  Tevgera Çaksazî ya Kurd li Sûrî, seredana ofîsa ENKSyê ya li Hewlêrê kir.

Cadan Alî û heyeta ENKSyê pêşewazîya heyeta PAKê kirin.

Heyeta PAKê sersaxî ji ENKSyê re xwest.

Heyeta ENKSyê jî spasîya heyeta PAKê kirin.
27.07.2019

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kurdîstan Haberleri

Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?