Heyeta PAKê beşdarî bibîranîna nivîskarê Kurd Mehmet Uzun bû

Heyeta PAKê beşdarî bibîranîna nivîskarê Kurd Mehmet Uzun bû

Heyeta PAKê beşdarî bibîranîna nivîskarê Kurd Mehmet Uzun bû

Roja 10.10.2021ê li ser mezelê nivîskarê Kurd Mehmet Uzun bibîranînek hate li dar xistin.

Heyeta PAKê ku ji Cîhgirê Serokê Gîştî yê PAKê Vahit Aba û endamên meclisa partîyê Eyyub Alacabey û Abdullah Polat pekhatibû beşdarî bibîranînê bûn.

Di 14 salîya biranînê de ji malbata rehmetî Mehmet Uzun, ji rewşenbîr û sîyasetmedarên Kurd gelek kes beşdarî merasîma li ser mezelê Mehmet Uzun bûn û dîtin û bîranînên xwe li ser jiyana Mehmet Uzun anîn ziman.

Li ser navê PAKê jî Eyyub Alacabey biranînên xwe yên bi Mehmet Uzun re anî ziman.

Eyyub Alacabey axaftina xwe bi van daxwazan bi dawî anî :

"Kurdno, bi kurdî bixwînin, bi kurdî biaxivin, bi kurdî binîvîsînin, bi kurdî ji hev hezbikin".

Kurdîstan Haberleri

Soprano Pervîn Chakarê li Amedê konserek da
Pirtûka ‘Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê’ derket
Hunermenda Fransî yekem albûma xwe ya Kurdî belav kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (280)
Neteweyên Yekbûyî: Îran ji tundûtûjiya ku Jîna Emînî kuşt berpirsyar e!