Hevserokên şaredariya Giyadînê hat binçav kirin!

Li navçeya Giyadîn a Agiriyê, polîsan êrişî şaredariya HDPê kir û li hevserokên Şaredariyê dan û binçav kirin.


Li navçeya Giyadîn a Agiriyê, polîsan êrişî şaredariya HDPê kir û li hevserokên Şaredariyê dan û binçav kirin.
Cîgirê Serokê Koma HDPê li Parlamentoya Tirkiyê Saruhan Oluç daxuyakirin, Hevşaredarên Giyadîn a Agiriyê Betul Yaşar û Evren Demîr hatine binçavkirin û rastî tundûtujiya polîsan hatine.


Saruhan Oluç diyar kir jî, di êrişê de Hevşeradar Evren Demîr birîndar bûye.
Hat destnîşankirin, bûyer ji ber wê yekê hatiye kirin, polîsên xala çavdêriyê ya li pêş Şaredariyê li welatiyekî dane, hevşardar jî ketine navbera wan, lê 20 polîs dikevin nav avahiya şaredariyê û li hevşaredaran didin û binçav dikin.
Saruhan Oluç li ser bûyerê got: “Li dijî îradeya gel êrişeke hovane heye. Ev hêz girêdayî Wezareta Navxweyî ye. Em dizanin ev wezîr ti gavan navêje, ji ber ku hizra wan yek e. Em careke din Wezîrê Navxweyî, kesên ferman dane û polîsên êrişkar şermezar dikin."
 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?