Piştî binçavkirina Hevşaredarê Nisêbînê Ferhat Kut, Hevşaredara Bismilê Gulşen Ozer jî di çarçoveya heman lêpirsînê de hat binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsînek ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ve hat destpêkirin, piştî binçavkirina Hevşaredarê Nisêbînê Ferhat Kut, Hevşaredara Bismilê Guleşn Ozer jî li mala xwe ya li taxa Bagcilara Navçeya Rezana Amedê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Piştî lêgerîna malê polîsan, Hevşaredar Ozer bir Miduriyeta Polîsan a Amedê. Tê payîn piştî kar û barên li Amedê dê Ozer bibin Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê.
Li Mêrdînê jî vê sibehê di serdegirtina malan de Hevşaredarê Nisêbînê Ferhat Kut jî di nav de 3 kes hatibûn binçavkirin.
Kurdîstan Haberleri
AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?