Hevşaredarê Colemêrgê hat berdan

.

Hevşaredarê Colemêrgê Cîhan Karaman ê ku qeyûm tayînî cihê wî hat kirin, di danişîna 3’yemîn de hat berdan.
 
Hevşaredarê Colemêrgê Cîhan Karaman, di 15’ê Cotmeha 2019’an de di serdegirtina malê de li Colêmergê hatibû binçavkirin, piştî du rojan hatibû girtin û qeyûm tayînî şûna wî hat kirin. Derbarê Karaman de bi îdîaya "endamtiya rêxistinê” doz hatibû vekirin. Danişîna dozê ya 3’yemîn îro li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê hat dîtin.
 
Karaman, ji Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê, bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû. Parêzerên Karaman jî, di danişînê de amade bûn.
 
Piştî parastinên parêzeran heyeta dadgehê derbarê Karaman de biryara berdanê da.


 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?