Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca hat girtin

Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca ya qeyûm danîn şûna wê û Hevserokê HDP’a Qersê Cengîz Anli û 2 kesên din ku 8 roj in di binçavan de bûn hatin girtin.  

Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca ya qeyûm danîn şûna wê, Hevserokê Rêxistina HDP'ê ya Bajêr a Qersê û 3 kesên din piştî emniyetê biribûn edliyê û li vir îfade dayîna ji bo dozgeriyê bi dawî bû.

Dozger piştî darizandinê Muazzez Çagritekîncî serbest berda û derbarê Şevîn Alaca, Hevsrokê Rêxistina HDP’ê ya Qersê Cengîz Anli, Mustafa Yardimcier û Şengul Erkmen jî bi daxwaza girtinê sewqî cem dadger kir. Dadger derbarê Alaca, Anli, Yarcimcier û Erkmen de biryara girtinê da. 

 Li Qersê di çarçoveya operasyona li dijî HDP'ê di 1'ê cotmehê de pêk hatibû gelek siyasetmedar hatibûn binçavkirin. Alaca û Anli jî di nav de heta niha 16 kes hatin girtin.  

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?