Hevpeymaniya Navdewletî: Piştî çend rojan karwaneke din a alîkariyê dê bigihe destê Pêşmerge

.

Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ragihand; heta niha 55 hezar Pêşmerge rahênana serbazî kirine û hêza Pêşmerge hêzeke bibandor e. 
 

Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ragihand; heta niha 55 hezar Pêşmerge rahênana serbazî kirine û hêza Pêşmerge hêzeke bibandor e û diyar kir: “Piştî çend rojan karwaneke din a alîkariya serbazî dê bigihe destê hêzên Pêşmerge.”


Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê Wayne Marotto li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand; ji sala 2014an heta niha, Hevpeymaniya Navdewletî bi qasî 5 milyar dolar alîkariya hêzên Pêşmerge û û hêzên Iraqî kiriye, ku ji alîkariyên serbazî, çek û rahênana serbazî pêk tê.


Wayne Marotto eşkere kiriye ku di vê çarçoveyê de rahênana 55 hezar Pêşmerge û 185 hezar serbazên Iraqê kirine.


Marotto nûçeyeke Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê belav kiriye  û eşkere kiriye ku piştî çend rojan qonaxeke din a alîkariyan ku ji sedan wesayîtên serbazî pêk tê, digihin destê Pêşmerge û hêzên Iraqê.

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê