Hevdîtinên tevlîbûna nav Rêveberiya Xweser û mijara leşkerî dest pê kirin

Hevdîtinên tevlîbûna nav Rêveberiya Xweser û mijara leşkerî dest pê kirin

Hat ragihandin ku hevdîtinên navbera aliyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê piştî lihevkirina li ser Lêvegera Kurd a Bilind careke din dest pê kirin.

Li gorî zanyariyan di civînên vê qonaxê de, mijarên rêveberiyê û ewlehiyê têne gotûbêjkirin.

Piştî lihevkirina herdu aliyên ENKS û PYNK li ser Lêvegera Kurd a Bilind, hevdîtinên qonaxa duyem di bin sîwana Rêkeftina Qamişlo ya bi navbeynkariya Amerîka û Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî de berdewam dikin.

Li gorî çavkaniyan di danûstandinên vê carê de, gotûbêj li ser tevlîbûna ENKSê di nava Rêveberiya Xweser de û Ewlehiyê (leşkerî) têne kirin.

Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî, doh di hevpeyvînekê de diyar kiribû, di yekrêziya Kurdî de gavên dîrokî têne avêtin.

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?