Hesen Zîrek 47 sal berî îro çû ser dilovaniya xwe

Îro 47’emîn salvegera koça dawî ya hunermendê kurd ê gewre Hesen Zîreke e

Îro 47’emîn salvegera koça dawî ya hunermendê kurd ê gewre Hesen Zîreke e. Hesen zîrek di heyamên gelek dijwar de bi hunera xwe hêz da têkoşîna azadiyê. Êş û azarên gelê Kurd bi sitranan anî ziman û bû çavkaniya hunera kurdî.
 Di nav stranên wî de yek heye ku bi dîtina min ya herî watedar e; Ey Niştiman.
Zîrek strana Ey Niştimanê di sala 1946an de piştî  hilweşandina Komara Mahabadê  nivîsîye.Gava em  bala xwe didin gotinên stranê hestên netewperwer û welatperwer tê xûyan in.

 “Ey netewekanî delal
Ey Kurdekan ey baskeşêr 
Ey niştiman, niştimanî ciwan
Xakî Aryan wetanî Kurdan
***
Ey rozî Kurdî kaşan 
Bo Kawekan li her deran
Ey rozî Kurdî ber efşan 
Bo Kawekan li her teraf  
***
Bo te dikoşim bi dil û bi can 
Bo serkewtinî xakî niştiman
***
Ey keynekan ey lawekan
Tê dikoşim cergê qawmekan
Ey niştiman, niştimanî ciwan 
Xakî Aryan wetanî Kurdan
***
Bo te dikoşim bi serkewtinî
Pêşmerge hebû lawî qehraman” 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?