Heşda Şeibî navê çiyayekî Kurdistanê guhert

Şîeyên Iraqê û Heşda Şeibî navê çiyayekî Kurdistanê guhertin û li ser wî çiyayî ziyaretgehek çêkirin!


Şîeyên Iraqê û Heşda Şeibî navê çiyayekî Kurdistanê guhertin û li ser wî çiyayî ziyaretgehek çêkirin!
Li gorî agaihyên BasNewsê, şîeyên Iraqî li ser çiyayê Hencîre yê Xurmatû, ziyaretgehek ji xwe re çêkirin û navê wî çiyayî jî kirin çiyayê Îmam Elî!


Şîeyên han, bi alîkariya Weqfa Şîeyan ya Xurmatû û Heşda Şeibî ew kar kirine.


Şîe di wê baweriyê de ne ku xelîfeyê çarem Îmam Elî carekî li ser çemê Avespî, ku li kêleka Xurmatû re derbas dibe, destnimêj girtiye û paşê çûye ser çiyayê Hencîre û li wir nimêj kiriye! Ji ber wê jî wan navê wî çiyayî kirine çiyayê Îmam Elî û ziyaretgehek jî çêkirine!


Şîeyan beriya ku rêjîma Sedam Husên were hilweşandin, li ser çiyayê Hencîre ziyaretgehek çêkiribûn lê piştî ku rêjîm hat hilweşandin, ew ziyaretgeh jî hat hilweşandin.


Pisporekî dîroka Xurmatû bi navê Selah Muhsin li ser vê mijarê ji BasNewsê re got, ti carî Îmam Elî neçûye Xurmatû û li ser çiyayê Hencîre jî nimêj nekiriye, ev çîrok ji aliyê turkmenên şîe ve hatiye çêkirin. Ew dixwazin her tiştê vî bajarî bikin yê xwe û bajêr bikin bajarekî şîeyan, ji ber wê jî çîrokek wisa derxistine.


Selah Muhsin her wiha got, piştî çêkirina ziyaretgehê dê şîeyan li derdora wir bicîh bikin û kurdan neçar bikin mal û milkên xwe bifroşin wan û bi vî rengî bajêr bikin bajarekî şîeyan!


Endamê encumena bajarê Xurmatû, Sebah Cumhe li ser vê mijarê ji BasNewsê re got, şîeyên Xurmatû bi serê xwe navê çiya guhertine û li ser çiyayê ziyaretgeh çêkirine. Ew karê wan qanûnî nîne.
 

Kurdîstan Haberleri

Pêşbirka 1emîn a Helbestan a Fêqiyê Teyran tê lidarxistin
Ji sirgûnê ber bi dikê ve: Çîroka Tara Mamedovayê
Li Kela Zerzewanê ahenga zanist û hunerî hat kirin
PWK SWÊDÊ PÊŞEWAZÎYA ÎSMAÎL  BEŞÎKÇÎ Û HEVALÊN WÎ KIR!
Festîvala Şanoyê ya Amedê: Ji çar aliyên Kurdistanê şanoger beşdar in