Herêma Kurdistanê sê bendavên hevbeş tên çêkirin

Endamekî kurd yê parlementoya Iraqê ragihand, Herêma Kurdistanê û Iraq û Tirkiye dê li devera Mêrgesor ya Başûrê Kurdistanê sê bendavan çêbikin.

Endamekî kurd yê parlementoya Iraqê ragihand, Herêma Kurdistanê û Iraq û Tirkiye dê li devera Mêrgesor ya Başûrê Kurdistanê sê bendavan çêbikin.

Parlementerê kurd û endamê komîsyona çandiniyê li parlementoya Iraqê, Mihemed Emîn Faris ji BasNewsê re got, Iraq û Herêma Kurdistanê û Tirkiyê li ser çêkirina sê bendavan li devera Mêrgesorê li hev kirine.

Mihemed Emîn Faris da zanîn, dê îro şandeka hikûmeta Tirkiyê serdana Bexdayê bike û got, emê bi wê şandê re li ser danîna pilana çêkirina wan bendavan bicivin.

Wî parlementerê kurd her wiha got, ew bendav dê li ser avên hevbeş bên çêkirin. Çêkirina wan bendavan dê sûdek mezin bo deverê hebe çi di warê çandiniyê de çi di warê komkirina avê de çi jî di warê elektirîkê de.

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?