Herêma Kurdistanê- 24 kesên din bi Koronayê mirine

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 788 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 24 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 788 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku jê 281 kes li Hewlêrê, 104 kes li Silêmaniyê, 24 kes li Germiyanê, 349 kes li Duhokê û 30 kes li Helebceyê ne.

Herwiha ragihand; 24 kesan ji ber vîrûsa koronayê canê xwe ji dest dane, ji wan 7 kes li Hewlêrê, 12 kes li Silêmaniyê, kesek li Raperînê, 3 kes li Duhokê û kesek jî li Helebceyê.

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.

 

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê