Her sê serokatiyên Herêma Kurdistanê û Serokomarê Iraqê dicivin

Îro her sê serokatiyên Herêma Kurdistanê bi Serokomara Iraqa Federalî Berhem Salih re bicivin.

Biryar e sibe her sê serokatiyên Herêma Kurdistanê (Serokê Herêmê, Seroka Parlemanê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê) li baregeha Serokatiya Herêma Kurdistanê bi Serokomara Iraqa Federalî Berhem Salih re bicivin.

Civîna her sê serokatiyên Herêma Kurdistanê û Serokomarê Iraqê di demekê de ye, Iraq û navçe di şert û mercên hestiyar re derbas dibin û hevdem e bi danûstandinên di navbera Hewlêr û Bexdayê de ye, ji bo gihîştina rêkeftinekê di derbarê hemû pirsgirêkan de.

Li gor zanyariyên di civînê de rewşa siyasî, proseya hilbijartina pêşwext, rewşa darayî ya Herêma Kurdistanê, pirsa rûbirûbûna vîrûsa Koronayê û metirsiyên wê li ser tendirustiya giştî tên guftûgokirin.

(K24)

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?