Hemû bajarên Kurdistanê dê bi rêyekê bi hev re bên girêdan

Pilan û pirojeya rêya trênê amade ye

Berpirsekî hikûmeta Kurdistanê ragihand, piroje û pilana çêkirina rêya trênê amade ye û ew ê di demek nêzîk de bikeve piratîkê.

Wekîlê Wezareta Avedankirina Kurdistanê Sidqî Amêdî ji malpera fermî ya PDKê re ragihandiye, wan û Wezareta Veguhestinê pilan û pirojeyek bo çêkirina rêya trênê amade kirine.

Sidqî Amêdî her wiha gotiye, li gorî wê pirojê tevahiya bajarên Kurdistanê dê bi rêya trênê bi hev ve bên girêdan
.
Wî rayedarê hikûmetê daye xuyakirin, piştî ku rêya trênê hat çêkirin dê veguhestina rêwiyan gelekî hêsantir bibe her wiha her gava hikûmetê xwast rê û kolanan nûjen bike astengî dernakeve.

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?