Helbestvan û nivîskarekî kurd li Mihabadê koça dawî kir

.

Îro 23.11.2020ê helbestvan, nivîskar û wergêr ê xelkê Mihabadê piştî nexwaşiyê koça dawî kir.

Li gor malpera nûçeyan a Haje li Rojhilatê Kurdistanê Hacî Qadir Qadrî ku wek Hîwa yê helbestvan û nivîskarê kurd tê nasîn îro di temenê xwe yê 88 salî de ji ber nexwaşiya pişika xwe li bajarê Mihabadê koça dawî kiriye.

Hacî Qadir Qadrî sala 1932yê li gundê Şêxalî ya ser bi Mihabadê ji dayîk bûye. Demekî li dibistanê mamosta û rêveberê perwerdeya Mehabadê bûye.

Ji zaroktiyê ve dest bi helbestaviyê kiriye gelek berhemên wî jî hatine çap kirin.

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?