Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona Nêzî 80 Mîlyonî Dibe

.

Hejmara pêketîyên vîrusa korona 79 mîlyon derbaz kir. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 79,194,606 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye dîtin ku li wî welatî hejmara pêketîyan pirtir ji 18,5 mîlyon e. Li dû Amerîka bi pirtir ji 10 mîlyon pêketîyan Hîndistan û li dû wê jî bi 7,4 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 1,738,736 kesan jîyanên xwe ji dest dane. Amerîka bi 328,095 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 189,982 mirinan Brezîlya tê.

Ew vîrus di dawîya sala 2019’an re li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 95,369 kes bi vîrusa korona ketine û 4,769 kes bi wê mirine.

 

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê