Hejmara mirinan zêde bû: Di rojekê de 32 kesan ji koronayê can da

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe ya îro 29ê Îlonê de ragihand, di nav 24 demjimêrên borî de 32 kes ji ber vîrusa koronayê mirine û 671 kesên din jî pê ketine.

 

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe ya îro 29ê Îlonê de ragihand, di nav 24 demjimêrên borî de 32 kes ji ber vîrusa koronayê mirine û 671 kesên din jî pê ketine.

Wezareta Tenduristiyê da xuyakirin, ji 671 kesên bi vîrûsa koronayê ketine, ji wan 229 kes li Hewlêrê, 90 kes li Silêmaniyê, 25 kes li Germiyanê û 302 kes li Duhokê, 25 kes li Helebceyê ne û ji 32 kesên can dane jî 3 kes li Hewlêrê, 9 kes li Silêmaniyê, 1 kes li Germiyanê, 6 li Raperîn û 10 kes li Duhokê ne.

Tevî van amarên dawî li seranserê Herêma Kurdistanê rewşa dawî wiha ye:

Pêketin: 47137 (Hewlêr: 17379, Silêmanî: 16035, Duhok: 12062, Helebce: 1661)

Mirin: 1725 (Hewlêr: 562, Silêmanî: 876, Duhok: 250, Helebce: 37)

Başbûn: 30175 (Hewlêr: 13846, Silêmanî: 10129, Duhok: 4653, Helebce: 1547)

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?