Hejmara kuştî û birîndarên êrişên Daqûqê zêde bûn!

Hejmara kuştiyên êrişên duhî yên bajarokê Daqûq yê Kerkûk zêde bû.

Duh bi şev çekdarên DAIŞê gundê Zendî Mela Yûsif yê Daqûqê dabûn ber topên hawanan. Di encama wê êrişê de 4 endamên malbatekê birîndar bibûn.


Li heman wextî û li heman deverê jî, hêzên Iraqî êrişî otomobîlekê kiribûn, di encama wê êrişê de 7 kes hatibûn kuştin û 2 kes jî birîndar bibûn, hemû endamên malbatekê bûn.


Li gorî agahiyên BasNewsê, di dema veguhestina birîndaran bo nexweşxaneya Daqûqê, di navbera polîsên bajêr û polîsên federal yên Iraqê de şer derketibû, di wî şerî de efserek bi navê Mihemed Qasim hatibû kuştin.


Li aliyekî din, 2 birîndar jî li nexweşxanê can dabûn. Bi vî rengî 10 kes di êrişên duhî de hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.
 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?