Hejmara kesên ji ber vîrûsê mirin 1 mîlyonî derbas kir

Li tevahiya cîhanê, hejmara kesên ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dan 1 mîlyonî derbas kir. 

 

Li gorî sîteya înternetê “worldometers” a ku pêketiyên şewba vîrûsa koronayê yên li tevahiya cîhanê her roj berhev û  parve dike, diyar kir ku hejmara kesên ji ber vîrûsa koronayê (Kovîd-19) jiyana xwe ji dest dan, bû 1 mîlyon û 341 kes û hejmara pêktiyên şewbê jî, 33 mîlyon, hezar û 181 kesî derbas kir.  

  Hat dest nîşan kir ku DYA'yê hejmara miriyan pir zêdeye û li tevahiya welat hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan 209 hezarî derbas kiriye. Di heman demê de, mirinên herî zêde li Brezîlya û Hindistanê tên jiyîn.  

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?