Hejmara adarê ya Le Monde diplomatique kurdî, bi naverokeke dewlemend derket

.

Xwendevanên rojnameyê, di hejmara adarê de, dê bikaribin gotar û analîzên wekî; 'Li ser sînorê Yûnan û Tirkan, li navenda tansîyonê', 'Alibaba, destana çînî', 'Li Sahelê, tedbîrên tund ên ewlekarîyê', 'Pêşveçûna ber bi cîhana berê ve' û hwd. bixwînin.

Lmd-kurdî, di beşa nivîsên redaksîyona kurdî de vê mehê cih daye gotara rewşenbîra kurd Rêzan Evdullahî ya bi sernavê ''Ewlehîya wicûdî, Kurdistan û Partîyên Kurdî''.

Nivîseke edebî ya fîlozofîk û balkêş ya Memduh Selîm ku di sala 1934an de li Antaqyayê di rojnivîska Kemal Sülker de nivisîye di vê hejmarê de cih digire.

Bi amadekarîya hevkara me Jînda Zekioğlu hevpeyivîneke balkêş li ser tesîr û encama têkoşîna Bedirxan Beg û serpêhatîyên Bedirxanîyan bi Ahmet Kardam re heye, ku Kardam bi xwe jî ji malbata Bedirxanîyan e.

LMd-kurdî, di vê hejmara xwe de rûpelên xwe bi wêneyên wênesazê kurd Maşallah Mohammadî xemilandîye, hunermendê vê hejmarê ji rojhilatê Kurdistanê ye.

Xwendevan dikarin bi rêya malperên jêrîn yên medyaya civakî rojnameyê bişopînin:

Web: http://lemonde-kurdi.net/

Facebook: Le Monde diplomatique kurd

Twitter: @Diplo_Kurdi

Instagram: diplo_kurdi

E-Mail: info@diplo-kurdi.com

Rojnameya LMd-kurdî di bin banê RÛPEL MULTIMEDIA GMBHyê de, bi weşana dîjîtal xizmetê dide xwendevanên kurdî.

Birêveberîya LMd-kurdî

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?