Hejmara 8an a “Folklora Me” çap bûye

.

Di hejmara 8an a kovara “Folklora Me” de nivîsên weke “Loriyên Botanê”, “Kilama Heso”, “Sê Hîkayetên Qereçobanê”, “Rewşa Folklorê li Devera Behdînanê” û hinên din cih girtine.

Hejmara 8an a kovara “Folklora Me” çap bûye. Di vê hejmarê de jî gelek nivîsên derbarê folklora kuran de cih girtine.

Edîtoriya kovarê li gel nivîsên di encama berhevkariyê de derketine, cih daye nirxandinên derbarê karên folklorê de jî.

Hin nivîsên ku di vê hejmarê de hatine weşandin ev in:

“Loriyên Botanê” ya Lehî Botanî, “Kilama Heso” ya Celîlê Celîlî, “Xaçepirsa folklorê” ya Oktay Altûnî, “Sê hîkayetên Qereçobanê” Evrehmanê Bello, “Lihevanînokên Colemêrgê” ya Yûsif Hêşetî, “Kilorîk” ya Elîf Gunduzê, “Serhatiya Mendikî û strana wê” ya Yaşar Kaplanî, “Navên tax û mezrikên gundên Kûrecîka Meletiyê” ya Mahîr Ûgûrî, “Rewşa folklorê li Devera Behdînanê” ya Cemal Şêlaziyî.

Her weha rêzenivîsa “Çîrokên biwêjan” a Asmîn Ûyanikê bi nivîsa xwe ya 4an di nava rûpelên kovarê de cih ji xwe re dîtiye.


 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala Şanoyê ya Amedê: Ji çar aliyên Kurdistanê şanoger beşdar in
Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye