Endama Parlamentoya Herêma Viyanayê ya Awisturyayê Heidi Sequenzê çû Rojavayê Kurdistanê.
Ev gera wê ya duyem bû ku ji bo dîtina rewşa herêmê û saziyên jinan pêk anî.
Heidi Sequenzê 5 rojan li herêmê lêkolîn kirin û ji nêzîk ve guh da êş û daxwazên xelkê.
Heidi Sequenzê diyar kir ku dilgiraniya wê ya sereke rewşa koçberên navxweyî ye û destnîşan kir ku li Qamişloyê 120 dibistan hatine girtin û bûne sitargehên koçberan.
Gelek malbat ji bo cara pêncem an şeşem e ku ji kampekê direvin û tenê bi cilên li ser xwe ve mane.
Parlamentera Awisturyayî li ser peymana di navbera HSD û hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê de diyar kir ku ev biryareke aqilane bû ji bo ku rê li ber xwînrijandinê were girtin.
Lê belê wê tekez kir ku divê ev peyman ne tenê li ser kaxezê be û were bicihanîn.
Heidi Sequenzê her wiha daxwaza vekirina korîdoreke mirovî ji bo Kobaniyê kir.
Sequenzê piştî vegera xwe ya Hewlêrê bi Nûçegihana Rûdawê Peyam Serbestê re hevpeyvînek kir.
Sequenzê di hevpeyvînê de behsa bandora derûnî ya şer, pêşniyarên xwe yên ji bo Ewropayê û projeyên xwe yên xêrxwaziyê yên li Viyanayê kir.
Rûdaw: Te çawa biryar da ku tu biçî Rojavayê Kurdistanê? Te rewş çawa dît û tu çend caran çûyî wê derê?
Heidi Sequenz: Bi rastî ev gera min a duyem bû ji bo Rojavayê Kurdistanê. Nîsana borî ji bo dîtina rêxistinên jinan ez li wê derê bûm. Ez ew qas di bin bandora projeya li wê derê de mam ku me li Awisturyayê dest bi çalakiyan kir da ku xelkê ji vê projeya mezin agahdar bikin. Me pere kom kirin û alîkarî ji bo rêxistinên jinan şandin. Niha ku rewş ji ber bûyerên li Helebê û heta Rojavayê Kurdistanê jî gelekî xirab bûbû, min biryar da ku ez vegerim û bi çavên xwe bibînim ka çi diqewime.
Rûdaw: Tu çend rojan li wê derê mayî?
Heidi Sequenz: Ez 5 rojan li wê derê mam.
Rûdaw: Di dema serdana te de, têbîniyên te çi bûn û bi nêrîna te ji bo piştgiriya xelkê wê derê di vê rewşê de divê çi were kirin?
Heidi Sequenz: Bê guman dilgiraniya min a sereke rewşa koçberên navxweyî bû. Piraniya wan ji bo cara pêncem an şeşem e ku ji kampekê direvin. Niha di nav dibistanan de ne. Li Qamişloyê 120 dibistan hene ku hemû hatine girtin û tije ne ji wan mirovên ku ji bilî cilên li ser xwe, tiştekî wan nîne. Ez li gel gelek malbatan axivîm. Zarokên wan ti carî dibistan nedîtine ji ber ku tenê ji kampeke koçberan ji bo yekî din hatine veguhastin. Tişta ku hemû dibêjin ev e: "Em dixwazin vegerin malên xwe. Em jiyaneke birûmet dixwazin û naxwazin ji kampeke ji bo ya din koçber bibin."
Rûdaw: Di vê rewşê de, bi nêrîna te Ewropa dikare çi bike ji bo parastina mafên xelkê Rojavayê Kurdistanê û piştgirîkirina wan?
Heidi Sequenz: Beriya her tiştî, ez bawer dikim ku divê ew dawî li dabînkirina budceya rejîma Şamê bînin. Wekî tu dizanî, Amerîka, Tirkiye û hinek hêzên Ewropî "Colanî" xistin wê pêgeha ku niha tê de ye, lewra ew berpirsyar in ji tiştên ku ew dike. Bi nêrîna min, rakirina cezayan divê bi binpêkirinên mafên mirovan ve were girêdan. Ew binpêkirinên ku di meha Adarê de bi komkujiya li dijî Elewiyan dest pê kirin, paşê li dijî Durziyan û niha jî li dijî Kurdan berdewam dikin. Mebesta min ew e ku eger Ewropa cezayan rake, divê ev yek bi wê mercê be ku li Sûriyeyê rêz li mafên mirovan were girtin.
Rûdaw: Em dizanin ku peymanek di navbera HSD û Şamê de heye, tu vê peymanê çawa dibînî û divê ji bo pêşxistina wê çi gav werin avêtin?
Heidi Sequenz: Beriya her tiştî, ez pir kêfxweş im ku peyman hatiye kirin, nexwe dê xwînrijandineke mezin çêbûbûya. Niha rewş ji ya sala 2014an cuda ye, ji ber ku Rojavayê Kurdistanê bi temamî hatiye dorpêçkirin. Tenê rêya çûn û hatinê bi rêya Sêmalkayê ye. Ji ber wê, ev biryareke aqilane bû lê divê were bicihanîn. Eger tenê li ser kaxezê be tu sûda wê nîne. Pêşiyê divê korîdoreke mirovî ji bo xelkê Kobaniyê û herêmên din hebe, ji ber ku ev rewş pir dijwar e.
Rûdaw: Ez hest dikim ku tu ji aliyê derûnî ve gelekî westiyayî yî ji ber wê rewşa ku te li wê derê ditiye, wisa ye?
Heidi Sequenz: Bi rastî, dema ku ez duh vegeriyam Hewlêrê, ez ji aliyê derûnî ve bi temamî hilweşiyam. Tenê tişta ku min difikirî, zarokên nav kampan bûn. Van zarokan ti carî hundirê polên dibistanê nedîtine, tenê wekî koçber nebe. Eger tişt neguherin, ev nifşekî windabûyî ye. Hikûmeta Herêma Kurdistanê li vir alîkariyeke zêde pêşkêş dike lê nabe ku bi vî rengî berdewam bike, ji ber ku divê dibistan ji bo xelkê Qamişloyê jî werin vekirin. Xelk dixwazin vegerin malên xwe.
Rûdaw: Dema tu vedigerî malê ji bo Awisturyayê, ti projeyên te hene ku tu li ser bixebitî?
Heidi Sequenz: Çalakiya min a yekem di 20ê Sibatê de ye li gel hunermendên Kurd. Em dê çalakiyeke xêrxwazî ya mezin li dar bixin û pereyan kom bikin da ku ji bo Rojavayê Kurdistanê were şandin. Çalakiya duyem dê di meha Nîsanê de be û em hêvî dikin ku holeke şanoyê ya mezin ku cihê 900 kesî tê de dibe li Viyanayê tije bikin. Duzen Tekkal, nizanim tu wê dinasî an na ew li Almanyayê dijî, ew jî dê were û alîkariya me bike.
Rûdaw