HDPê parastina xwe da Dadgeha Destûra Bingehîn

.

Parastina li dijî doza girtina HDPê hat amadekirin, îro 19ê Nîsanê pêşkêşî Dadgeha Destûra Bingehîn hat kirin. 

Komîsyona Hiqûqê û Mafê Mirovan a HDPê û grûba hiqûqnas a "Em HDPê diparêzin", parastina derbarê doza girtina HDPê de ku amade kiribûn, pêşkêşî Dadgeha Destûra Bingehîn kirin.   

Dadgeha Destûra Bingehîn li Tirkiyê bilindtirin dadgeh e û li dijî biryarên wê sikala û doz nayên tomar kirin. Lê eger ji 15 endamên dadgehê 10 jê dengê erê bidin û HDP bê girtin komisyona hiqûqê ya HDPê dikare li dadgeha mafên mirov a Ewropayê skalayekê tomar bike.

Dadgeh piştî lêkolîna li ser parastina HDPê, dê rojekê diyar bike ku li ser dozê biryarekê bidin.

HDP sêyemîn fraksyona herî mezin e li Parlamentoya Tirkiyê û di hilbijartina dawî ya parlamentoyê de ku sala 2018an hat kirin, ji sedî 11.7ê dengan bidest xistin û ji 600 kursiyên parlamentoyê 67 kursî birin.

Di vê gera parlamentoyê de mafê parlamenteriyê ji sê parlamenterên HDPê hatiye standin û hinek parlamenter jî ji fraksyonê derketine. Li Parlamentoya Tirkiyê niha 57 kursiyên HDPê hene.

Siyaset Haberleri

'Yasaya Çareseriyê' di Rojnameya Fermî de hat belavkirin
Çima êrişî Pîrmamê hat kirin?
Hikûmeta Sûriyeyê: Pêwîstiya me bi mamosteyên zimanê Kurdî heye
Parlamenterên Iraqê daxwaza civîneke neasayî ya parlamentoyê li Hewlêrê dikin
Li Zanîngeheke Çînê beşa Zimanê Kurdî xwendekaran werdigire