HDP: Ayhan Bilgen di bin çavan de ji xwarinê jehrî bûye

HDPê diyar kir, Serokê Şaredariya Qersê Ayhan Bilgen dema di bin çavan de ye, ji ber xwarinê jehrî bûye û piştî rewşa wî ya tenduristiyê ber bi xerabiyê ve diçe jî, dewleta Tirkiyê ew nebiriye nexweşxaneyê.

Li gor Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand, piştî Ayhan Bilgen û 82 endam û berpirsên wan ê din, di roja 25.09.2020an de bi fermanda dadwerê giştî yê Enqerê hatibûn girtin, li navenda emniyetê ji ber xwarinê Ayhan Bilgen jehrî bûye û ew nebirine nexweşxaneyê.

HDPê da zanîn, her çend rewşa tendirustiya Ayhan Bilgen nebaş bûye û têk jî çûye jî, hêzên ewlehiyê destûr nedane ku Ayhan Bilgen bibin nexweşxaneyê.

Herwiha Asayîşa Enqerê jehrîbûna Ayhan Bilgen red kiriye û eşkere kiriye ku wan rê daye Ayhan Bilgen here nexweşxaneyê.

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?