Hawramî: Iraqê xwest di vê rewşa xerab de xelkê me birçî bimîne

.

Li ser pejirandina qutkirina butçeya Kurdistanê ya ji aliyê Parlamentoya Iraqê, Cîgirê Seroka Parlamentoya Kurdistanê Hêmin Hawramî axivî.

Li gor Hawramî ji K24 re ragihand û got: "Parlamentoya Iraqê xelkê Herêma Kurdistanê ceza kir. Herdem Hikûmeta Herêma Kurdistanê amadeyî rêkeftinê bû."

Hawramî diyar kir "Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser radestkirina neftê pirsgirêk dernexist. Parlamentoya Îraqê niyaza şoveniyane ya çend aliyan derxist û ne yekem car e, Iraq destûrê binpê dike."

Hawramî di axaftina xwe de wiha dibêje: "Di vê rewşa xerab ya aboriyê de, di rewşa Korona û ketina buhayê petrolê de, xwestin xelkê me birçî bimîne. Lewma me weke Serokatiya Parlamentoya Herêma Kurdistanê, nerazîbûna xwe bi temamî û bi tundî ragihand."

Hawramî biryarên Iraqê yên li dijî xelkê Herêma Kurdistanê wekî şovenîstî pênase kir.

Li Parlamentoya Iraqê aliyên Şîe û Sunne bi hev re biryarek li dijî Herêma Kurdistanê derxistin. Li gorî wê biryarê butçeya Herêma Kurdistanê naşînin. Heta ku Kurdistan dergehên sînorî û hemû petrola xwe teslîmî Iraqê neke. Lêbelê heger Kurdistan xwesteka Iraqê bîne cî jî; Iraq Kurdistanê piştrast nake ku dê butçeyê bi temamî bide.

 

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê