Gundên Kurd ên li derdorê Xaneqînê hatîne çolkirin

Piştî bûyerên 16cotmehê zêdetir ji 20 gundên Kurdan li derdorê Xaneqîn hatîne çolkirin.

Piştî bûyerên 16cotmehê  zêdetir ji 20 gundên Kurdan li derdorê Xaneqîn hatîne çolkirin. Hevwelatîyên Kurdên Xaneqînê jî dibêjin: Bi pilan Kurd ji wan gundan hatîne derxistirin di ser vê de jî  xwestine ku li  navenda Xaneqînê  jî bi rêya Kuştin û teqînan Kurdan ji bajêrî jî derbixin.


Herçende piştî bûyera 16ê cotmehê  hinek berpirsên Kurd li qezaya Xaneqînê û derdorê wê hêj di cihê xwe de mane; lê berpirsên Kurd nikaribûne rê li ber projeya erebkirinê û koçkirina kurdan ji herêmê bikin. Ev jî bûye sedemek ku roj bi roj hejmara Kurdan li wê deverê ber bi kêmbûnê biçe.


Hêjayê bi bîrxistinê ye ku di cotmeha 2017an de Kerkûk  û herêmên din yên Kurdîstanî ji aliyê hêzên Haşdî Şabî û Ordî ya Iraqê ve hatibî dagir kirin.

  Hêz ên dagirker  hewl dan ku di van herêman de şopên kurdan ji holê rakin û di şûna  wan de ereban bi cîh bikin 


 

Kurdîstan Haberleri

Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?