Gulale- Di êrîşa DAIŞê de 2 kes hatin kuştin

.

Îşev roja sêşemê terorîstên rêxistina DAIŞê li sînorê nahiyeya Gulaleyê ya ser bi Xaneqînê êrîşî ser hêzên artêşa Iraqî kirine û di encamê de dû serbazên Iraqî hatine kuştin.

Berdevkê Rêveberiya Polîsê Diyaleyê Nîhad Mihemed ji BasNewsê re axivî û aşkere kir terorîstên DAIŞê li nêzîkî pira Helwan li nahyeya Gulale êrîşî ser hêzên Iraqê kirine û ji ber wê êrîşê jî 2 serbazên Iraqê hatine kuştin û serbazek jî birîndar bûye.

Herwiha Nîhad Mihemed dibêje piştî êrîşê terorîstê DAIŞê ji herêmê derketine ê artêşa Iraqê jî li herêmê dest bi operasyona desteserkirinê kirine.

Cihê behsê ye tevgera DAIŞê li herêmên Kurdistanî û parêzgehên Iraqê zêde bûye û ew şiyana artêşa Iraqê ê milîsên Heşdî Şabî tuneye ku dawî li terorîstên DAIŞê bînin. 


 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?