Grubên çekdar bijîşkek û 5 hemwelatiyên din revandin!

Grubên çekdar ên di bin fermana artêşa Tirkiyê de kar dikin, 6 welatiyên Efrînê revandine ku di nava wan de bijîşkek heye

 
Grubên çekdar ên di bin fermana artêşa Tirkiyê de kar dikin, 6 welatiyên Efrînê revandine ku di nava wan de bijîşkek heye û li hember berdana wî daxwaza 3 hezar Dolar kirine.


Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, bêdengiya Tirkiyê ya derbarê revandina welatiyên Efrînê de berdewam e û çekdaran bijîşkekî Kurd ji taxa Eşrefiyê ya Efrînê revandine.


Herwaha ragehand, wê grubê pêwendî bi hevjîna wî ya koçberî Ewropayê bûye re kirine û li hember berdana wî, ji hevjînê wê daxwaza 3 hezar Dolar pere kirine. Rewangeha Sûrî diyar kir, grubên çekdar 5 welatî ji gundên Anqele û Senarê yên navçeya Cindirêsê revandine û ber bi cihekî ne diyar ve birine.


Berî naha jî Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kiribû, li Efrînê bêhtir ji 2 hezar welatiyên sivîl ji aliyê grubên çekdar ve hatine revandin û hîna çarenivîsa gelek ji wan ne diyar e.

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?