Gotina ‘Kurd’ ji pirtûkekê hat derxistin

Wezareta Perwerdehîyê ya Tirkîyê, beşeke yek ji pirtûkên Îbn Xaldun, guhert û gotina ‘Kurd’ jê derxist.

Navenda Nûçeyan - Weşanên Wezareta Perwerdehîyê ya Tirkîyê, beşek ji pirtûkên muqedîmeya Îbn Xaldun sansûr kir û belav kir.

Li gor zanyarîyên civaknas û lêkolîner Adnan Firat Bayar ku li hejmara xwe ya torên civakî belav kirine, di beşeke derbarê Misirê de li cîlda yekem a muqadîmeya Îbn Xaldun ku gotineke têkildarî Kurdan tê de heye, ji alîyê Wezareta Perwerdehîyê ya Tirkîyê sansûr hatîye kirin.

Adnan Firat Bayar aşkere kirîye ku di rûpela 643 a pirtûka cîlda yekem a muqadîmeya Îbn Xaldun de ku ew beş derbarê Misirê de bûye, gotina, ‘kesên ji binemala Kurd’ hatîye sansûrkirin û ji wê beşê hatîye derxistin.

Di pirtûka resen a Îbn Xaldun de tê gotin, “Li dewleta Tirk (Memlûkî) jî li Misirê, kesên Tirk an jî kesên ji binemala Kurd (Eyyubî) ku berî wan rêveber bûn, tên erkdarkirin.”

Lêbelê di pirtûka ku ji Weşanên Wezareta Perwerdehîyê ya Tirkîyê hatîye belavkirin de, ew beş wiha hatîye guhertin, “Li dewleta Tirk jî, ev post di destê mirovên mezin ên dewletê ên Tirk û kesên berî wan hukim kirine de bûye.”

Pirtûkên ku ji alîyê Wezareta Perwerdehîyê ya Tirkîyê ve tên belavkirin, gelek caran ji alîyê xwendekarên lîsans, master û lêkolîneran ve, ji bo lêkolînên zanistî weke çavkanîyek tên dîtin.

Sansûrkirina gotineke têkildarî Kurdan di berhemeke wiha girîng û dîrokî de bûye cihê nîqaşê û karvedanek bi xwe re anîye.

Rudaw

Siyaset Haberleri

Parêzgehên Bedlîs, Qers, Dêrsim, Hakkarî, Mûş, Adana, Sêrt û Batmanê jî çalakiyan qedexe kirin
Azerbaycan û Ermenistanê protokola Sovyetê îmze kir: Xeta sînor hate danîn
Biryarên Doza Kobaniyê hatin ragihandin: Li Siyasetmedaran ceza hat birîn
Cezayê Demîrtaş diyar bû
Doza Kobaniyê dest pêkir