Gorên komî yên li Semaweyê tên vekirin

Li gor gotinên şahidên bûyerê her yek ji wan de jî zêdetir ji 100 meyîtên hemwelatiyên kurd têde ne


Berdevkê wezareta karûbarên şehîdan û enfalbûyan a hikûmeta herêma Kurdistanê, destpê kirina amadekariyên bo vekirina gorên komî yên li parêzgeha Semawe ragehand.


Berdevkê wezareta karûbarên şehîdan û enfalbûyan a hikûmeta herêma Kurdistanê Fuad Osman ji BasNewsê re ragehand: ‘’Di heyama borî de şandekî wezareta karûbarên şehîdan û enfalbûyan a hikûmeta herêma Kurdistanê serdana parêzgeha Semawe kir û rêkarên vekirina gorên komî li gel parêzger û saziya şehîdên Iraqê gotûbêj kir. Di çend rojên borî de jî em di peyvendiyê de bûn bo diyar kirina demekî li gel saziya şehîdên Iraqê. Ji ber li gor yasaya vekirina gorên komî ya hejmara 5 a sala 2006ê vekirina wan gorane di berpirsyartiya wê saziyê de ye.’’
Herwaha got, ‘’Roja 13.07.2019ê ve tîmên saziya şehîdên Iraqê mijûlî amadekariyê ne bo destpê kirina vekirina wan gorên komî û bendewarî hene tîmên herêma Kurdistanê jî peyvendiyê li gel wan bikin, ku dest bi vekirina wan goran bikin.’’


Herwaha diyar kir: ‘’Pêşbînî tê kirin li navçeyê gorên komî gelek bin, lê ew gorên ku hatine dîtin hejmara wan 3 ne û li gor gotinên şahidên bûyerê her yek ji wan de jî zêdetir ji 100 meyîtên hemwelatiyên kurd têde ne ku piraniya wan rûniştvanên sînorê Germiyanê ne.’’
 

Kurdîstan Haberleri

Soprano Pervîn Chakarê li Amedê konserek da
Pirtûka ‘Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê’ derket
Hunermenda Fransî yekem albûma xwe ya Kurdî belav kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (280)
Neteweyên Yekbûyî: Îran ji tundûtûjiya ku Jîna Emînî kuşt berpirsyar e!