Gola Urmiyê bi temamî hişk bû: Karesata mirovî li ber derî ye

.

Li gorî rapora dawî ya ku li Îranê hatiye belav kirin, gola Urmiyê ya li Rojhilatê Kurdistanê bi tevahî çik bûye û tevahiya zindiyên nav avê jî ji nav çûne.

Pisporê Erdnasiyê û mamosteyê zanîngehê Mehdi Zarei ragihand ku li gorî wêneyên dawî yên golê, ew bi tevahî hişk bûye û tevahiya ekosîstema golê û zindiyên wê yên xwecihî jî ji holê rabûne.

Zarei bal kişand ser vê yekê ku bi milyaran ton xwê di golê de heye ku bi bayê re dikare bigihîje bajaran û jiyana bi mîlyonan kesî bixe xeterê û bibe sedema nexweşiyên giran ên wekî pişik û dil.

Di rastiyê de, qeyrana çikbûna Gola Urmiyê ji encamên hawirdorê wêdetir derbas bûye, ewlehî, aborî û tenduristiya xelkê jî xistiye xeterê.

Wek encamên jinavçûna Gola Urmiyê, tunebûna çandiniyê, koçberiya neçarî, nexweşiyên curbicur û tunebûna jîngeha mirovî û cureyên zindî têne hejmartin.

Siyaset Haberleri

Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist
Hestiyên 153 qurbaniyên Enfalê vedigerînin Herêma Kurdistanê
Termên 25 qurbaniyên Êzidiyan bo Şingalê tên vegerandin