Girtîyeke din jî dawî li jîyana xwe anî!

Li bajarê Merdînê girtiyeke din a bi navê Medya Çinar (24) dawî li jiyana xwe anî. Polêsan cenazeya wê radestî malbata wê nake. 3 kes hatin derbkirin û desteserkirin.

Hat ragihandin ku li Tîpa Eyê ya Girtîgeha Mêrdînê, girtiya bi navê Medya Çinar ku bi armanca rakirina dorpêça li ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan dawî li jiyana xwe anî.

Hat ragihandin ku polêsan cenazeya Çinarê nade malbata wê û li ber morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê êrîş birine ser malbat û parlamenter û kesên li benda derxistina cenazeyê û 3 kes hatine desteserkirin.

Ji roja 17ê vê mehê ve, ev çarem kes e xwe di zîndanên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji ber rakirina dorpêça li ser Ocalan dawî ji jiyana xwe tîne. Berîya Medya Çinar, Zulkuf Gezen, Ayten Becet û Zehra Saxlem dawî li jiyana xwe anîbûn.

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?