Girtiyê nexweş ê ji ber Mewluda Kurdî xwendibû hatibû girtin wefat kir

Girtiyê nexweş ê ji ber Mewluda Kurdî xwendibû hatibû girtin wefat kir

Alî Boçnak ê di sala 2009'an de li Qersê di operasyonekê de, ji ber mewluda Kurdî dixwîne tê binçavkirin û pişt re jî tê girtin. Boçnak, di 76 saliya xwe de ji ber nexweşiyê li Girtîgeha Panosa ya Agiriyê wefat kir. 

Girtiyê nexweş Alî Boçnak ê 76 salî ku li Girtîgeha Tîpa L a Panosa Agiriyê wefat kir. Alî Boçnak di sala 2009'an de li Qersê di operasyonekê de, ji ber mewluda Kurdî dixwîne tê binçavkirin û pişt re jî tê girtin. 7 sal û 8 meh ceza li Boçnak hatibû birîn. Ew li girtîgehê nexweş ketibû. 

Cezayê li Boçnak hatibû birîn di sala 2013'an de ji aliyê dadgeha bilind ve hatibû pejirandin. Boçnak ji sala 2017'an vir ve li Panosê girtî bû û ew di nava lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafê Mirovan de cih digirt. 

Li gor zanyariyan, cenazeyê Boçnak dê li Qersê were veşartin. 

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?