Girtiyê 82 salî nayê tedawîkirin

.

Keça girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan ê 82 salî, Selma Ozkan diyar kir ku bavê wê ji bo ku 14 rojan karantînayê de nemîne naçe nexweşxaneyê. 

Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan ê 82 salî, têkildarî kuştina Fermandarê Cendirmeyan Bahtiyar Aydin ê li navçeya Licê ya Amedê di 22’yê Cotmeha 1993’an de hatibû girtin. Ozkanê 81 salî û nexweş, 24 sal in girtiye û niha di Girtîgeha Tîpa D a Amedê de ye. Keça 

Ozkan, Selma Ozkan diyar kir ku di 11’ê Mijdarê de (îro) çûne girtîgehê, cem bavê xwe. Ozkan got: “Hişê bavê min çûye, ne li serî ye. Îro di hevdîtinê de bi alîkariya hevalê li cem wî me ew dît. Wî li me, me li wî dinêrî. Hevalê wî got ‘sê roj in nexweş e. Tansîyona wî bû 21. Rayedarên girtîgehê ambûlans xwest ji bo biçe nexweşxaneyê. Lê ji ber ku di vegera nexweşxaneyê de wê tena serê xwe di karantînayê de bimîne, me ne hişt wî bibin.’”

‘BILA LI MALA XWE JIYANA XWE JI DEST BIDE’

Ozkan, da zanîn ku ji bo ku birayê wê Ahmet Ozkan ku di 20’ê Cotmehê de sewqî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2’an hatibû kirin bibin cem bavê wê, îro serî li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê dane. Ozkan, xwest ku bavê wê demildest were berdan û heke jiyana xwe ji dest bide bila li cem wan dest bide.

 

Kurdîstan Haberleri

Serokkomarê rejîma Îranê Îbrahîm Reîsî canê xwe ji dest da
Yekem Komxebata Weşangerên Kurd li Diyarbekirê tê sazkirin
Soprano Pervîn Chakarê li Amedê konserek da
Pirtûka ‘Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê’ derket
Hunermenda Fransî yekem albûma xwe ya Kurdî belav kir